EM BI ZIMANÊ XWE KURD IN!/Lokman Polat
Lokman Polat

NEWROZ

 

Kurdên Kafkasyayê bi taybetî jî kurdên li Ermenîstanê ji bo pêþveçûna çand, ziman û edebiyata kurdî kar û xebatên hêja kirine. Xebatên wan û afirandinên wan di nav dîroka kurd û Kurdistanê ya sedsalên dawî de cih girtine. Ji xwe cihê radyoya Yêrêvanê girînge û ciheke payebilinde, hêjayê pesnê ye.

Qanadê Kurdo di hêla zimanzanî, zimannasî û lêkolîneriyê de, Areb Þemo, Aliyê Evdirehman û Askerê Boyik di hêla romana kurdî de, Celîlê Celîl di hêla berhevkirina zargotina kurdî de, Amerîkê Serdar û gelekên din di hêla helbestê de, Tosinê Reþîd, Têmurê Xelîl û hinekên din di hêla çîroknivîsînê de kar û xebatên hêja kirine û edebiyata kurdî dewlemend kirine. Ew û berhemên wan nirxên kurdanin û nemir in. Ji wan kesên ku salên dûr û dirêj xizmetî ziman û çanda kurdî û her wiha rojnamevanîya Kurdî kirîye, yek jî Tosinê Reþîd e.

Piþtî van çend gotinên gelemperî, ez dixwazim bi kurtahî behsa Tosinê Reþîd û pirtûka wî ya nû ku navê wê “Em bi zimanê xwe kurd in” bikim. Bi rastî jî kurd bi zimanê xwe kurd in. Heger ziman nebe ferqa fizîkî a kurdekî û yekî ji neteweyeke din tune. Zimanê neteweyek hebûna wî ye. Ziman hebe gel jî heye, ziman tunebe gel jî tune. Weke ku zanyar û pêdagogê rusî K. Ûþînkî jî dibêje: “Her tiþtî ji gel bistîne, gel ê dîsan dewsa wî tijî bike, lê zimanê gel jê bistînî, ew êdî wî zimanî çê nake.” Neteweyê ku xwe ji piþkavtinê, asîmîlebûnê biparêze dikare hebûna xwe bidomîne, nexwe berevajê wê be, ziman ji dest biçe û asîmîle bibe, êdî ew netewe mirî ye.

Ev pirtûka hêja û giranbiha di nav weþanên “Do” de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 157 rûpel e û ji 36 gotaran pêk tê. Gotarên ku di pirtûkê de cih girtine li gor nivîsîna dîroka dema wan hatine rêzkirin. Nivîsa ango gotara yekem a pirtûkê di sala 1983-ê de li Yêrêvanê hatiye nivîsîn. Gotara dawîn a di pirtûkê de jî di sala 2009-ê de li bajarê Melbourne -Avusturya- yê hatiye nivîsîn. Di pêvajoya 26 salan de nivîsên ku hatine nivîsîn weke guldesteyeke hatine amadekirin û ji bo xwendevanên kurd hatiye pêþkêþ kirin.

Naveroka nivîsan curbecur in. Hinek gotar li ser þexsiyetên navdar ên kurd in. Nivîskar weke afirînerînerekê portreyan portreyên þexsiyetên kurd pêþkêþ kiriye. Wî behsa Cigerxwîn, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Þekroyê Xudo, Qanadê Kurdo, Amerîkê Serdar, Sihîdê Îbo, Egîtê Cimo û Þikoyê Hesen kiriye. Herweha wî derbarê lêkolînerên rusî yên ku derheqê kurdan de gelek tiþt nivîsîne û ji bo kurdan kar û xebat û xizmetên hêja kirine, nivîsiye.

Dostên gelê kurd ku Tosinê Reþîd di pirtûka xwe de behsa wan kiriye ev in: Margarîta Rûdênko û H. Orbelî. Ew dibêje M. Rûdênko li ser kurdan gelek lêkolîn, werger û çapkirina destnivîsên kurdî kiriye. Wê herdu tezên xwe yên doktorayê derbarê kurdan de amade kiriye. Wê gelek berhemên edebiyata klasîk a kurdî wergerandiye rusî. Di rojnama “Rîya Teze” û radyoya Yêrêvanê de gelek gotarên wî yên li ser pirsên kurdnasiyê hatine weþandin. Nivîskar T. Reþîd ji bo H. Orbêlî jî dibêje: “Di pirsa ziman, dîrok, wêje û çanda kurdî de Orbelî zanyar bûye… Li Yekîtiya Sovyetê H. Orbêlî zanyarê yekemîn bû, ku ’Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî bilind nirxand… Wî di berhemên xwe de navê Ehmedê Xanî danî ber navên mezintirîn þaîrên Rojhilata Navîn.”

Pirtûk bi gotara sernavê “zimanê me yê dê” dest pê dike. Ew di gotara xwe de girîngiya parastina ziman, pêwîstiya axaftina zimanê zikmakî û nivîsîna wê tîne zimên. Ew dibêje: “Xwendin û nivîsara zimanê kurdî îmkanekî pir mezin e ji bo parastin û bipêþvebirina zimanê me yê netewî.” Di gotarek din de jî ew xeterên asîmîlasyonê ya li pêþberê zimanê kurdî rave dike.

Weke min li jor got, di pirtûkê de 36 gotarên curbecur hene û di hemû gotaran de bal dikþîne ser mijarên girîng. Ew rexne li partiyên kurd digre ku civînên xwe bi tirkî pêk tînin. Dibêje: “Ta xewnên me jî divê bi kurdî bin.” T. Reþîd ji bo berxwedana gelên bindest dibêje: “Ziman, girîntirîn çeka berxwedanê ye.” Di pirs û pirsgirêka alfabeya kurdî de jî ew dîtinên xwe pêþkêþê raya giþtî a kurdan dike û dibêje: “Divê yek alfabeya kurdî hebe!”

Di pirtûkê de, derbarê kurdên êzîdî de jî agahdariyên gelek giranbiha hene. Divê xwendevanên kurd van gotaran bixwînin û ji ola kurdên êzîdî hayidar bibin. Wek mînak; pîroziya zimanê kurdî di ola kurdên êzîdî de ciheke girîng digre. Ji bo kurdên êzîdî zimanê kurdî pîroze û lewre jî qewl, beyt û duayên wan bi kurdî ye. Tê gotin ku; Melekê Tawis bi Adem û Hêwayê re bi kurdî peyivîye.

Ez behsa yekoyek naveroka hemû gotaran bikim dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Mexseda min ne ku bi berferehî ez analîza pirtûkê bikim. Min xwest ez danasîna pirtûkê bikim û bala xwendevanên kurd bikþînim ser pirtûkê ku bikirin û bixwînin. Herweha ez bi vê kurtenivîsa xwe ya danasîna pirtûka Tosinê Reþîd 70 saliya wî pîroz bikim û jê re temeneke dirêj bi dilûcan daxwaz bikim.

Weke rexne na, lê weke têbiniyeke balkiþandinê, ez dixwazim vê bibêjim: Xwezî gotarek, du gotar derbarê romana kurdî û romannivîserên kurd yên Sovyeta berê de hebana. Wek tê zanîn romana kurdî a yekem ji alî Areb Þemo ve hatiye nivîsîn. Herweha Eliyê Evdirehman jî çend romanên hêja nivîsiye. Romanên wan destpêka afirandina romanên kurdî ne û divê behsa wan bê kirin. Nivîskar Tosinê Reþîd di pirtûka xwe de -wek mînak- çawa ku behsa Heciyê Cindî û berhemên wî dike, herweha divê behsa romannivîserên kurd Areb Þemo, Eliyê Evdirahman û Eskerê Boyik jî bikira. Belê, divê bahs bikira, lewre cihê þanazî û pesnê ye ku nivîskarekî kurd li Ermenîstanê romana kurdî a yekem nivîsiye û hemû kurd bi vî berhema wî serbilind in. Romana Areb Þemo weke romana yekem mohra xwe li dîroka edebiyata kurdî û romannivîseriya kurdî xistiye.

***

Min di rêzên jorîn de, di derbarê pirtûka Tosinê Reþîd ya bi navê “Em bi zimanê xwe kurd in” dîtinên xwe pêþkêþê xwendevanan kir. Min bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê kir. Niha jî bi çend gotinan dixwazim behsa nivîskarê kurd ê hêja Tosinê Reþîd bikim.

Nivîskar Tosinê Reþîd di sala 1941’ê de, ji malbateke Kurdên Ezîdî li gundê Kûrekendê, li Ermenîstanê hatiye dinê. Wî pêþî di gundê xwe de û paþî di gundeke ermeniyan de di dibistanê de xwendiye. T. Reþîd di sala 1964’an de, fakûlteya fîzîk-matêmatîk ya Enstîtûya Yêrêvanê ya Pedagojîiyê temam kirîye.


Tosinê Reþîd di sala 1975’an de têza xwe ya doktorayê nivîsîye û bûye doktorê zanyarîya kîmyayê. Salên dirêj li Zanîngeha Yêrêvanê û Enstîtûyên Akadêmîya Ermenîstanê kar kiriye û gelek gotarên zanyarî çap kirine.

Gotara Tosinê Reþîd ya yekê di sala 1961’ê de di rojnameya Rîya Teze de çap bûye ku rojnameya herî temen dirêj ya Kurdî ye. Gelek gotar, helbest û çîrokên wî li heman rojnamê hatine çap kirin û di Para Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê de hatine weþandin.

Berhema wî ya yekê “Dîroka Helbestan” di 1975’an de çap bûye. Paþê, dîwana wî ya bi navê “Zozan” çap bûye û dû re jî, berhemeke wî ya biçûk bi navê “Jan” çap bûye. Piþt re dîwaneke wî ya din, bi navê “Nîvro” çap bûye.

Tosinê Reþîd her wiha, li bajarê Tîflîsê piyesekê bi navê “Sîyabend û Xecê” nivîsîye ku li ser dîkê hatiye lîstin û vîdeo û kasetên wê jî hatin belav kirin. Ew pîyes, di sala 1998’an de li Swêdê wek pirtûk hatîye çap kirin. Di sala 2000’î de berhevoka kurteçîrokên wî ya bi navê “Þeva Bêxew” hatîye çap kirin.

Ji bilî wê jî dîsa di sala 2000’î de Tosinê Reþîd û zimanzan Husên Hebeþ jibo bîranîna Kurdzan û zimanzanê mezin Qanadê Kurdo ku apê T. Reþîd e, pirtûkeke taybet çap kirin.

Ew her wiha, dora 12 salan bi sedan nivîsar di Ansîklopedîya Kurdî ya heman radyoyê de weþandine ku tevahîya wan li ser dîrok, edebîyat û çanda Kurdî bûne.

Nivîskarê Kurd Tosinê Reþîd bi nivîskar û folklorzan a navdar Nûra Cewerî re zewicî ye û du qîzên wî hene.

Tosinê Reþîd ji sala 1993’an vir ve li Australyayê dijî û îsal 70 salîya wî ye. Ew weke xortekî bi hest û rihê ciwaniyê ê dînamîk kar û xebata xwe ya kurdayetiyê û afirandina berhemên kurdî didomîne.

 

Berhemên Tosinê Reþîd yên çapbûyî ev in:


1 - Kilamê Rê (helbest, 1975)
2 - Zozan (helbest, 1984)
3 - Nîvro (helbest, 1987)
4 - Sîyabend û Xecê (þano, 1988)
5 - Þeva bê xew (çîrok, 2000)
6 - Jibo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeþ, 2000)
7 - Êzdîyatî Oleke Hê Jî Nenaskirî (lêkolîn, 2004)
8 - Min bêrîya þevên spî kiriye (çîrok, 2005)
9 - Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû (romana dirokî,2005)

10 - Evîna te ez parastim (Roman - 2010)

11 - Em Bi Zimanê Xwe Kurd in - (2010)

Wî hîn berhemên A. Pûþkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakîyan, P. Sêvak wergerandine zimanê Kurdî û çap kirine.

 


Sosyalist Mezopotamya